Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
- Rojane
- |
- 11 Çile 2023 13:05
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî hemû zextan jî bênavber didomin.
Tevî cezayên darvekirinê, girtin û binçavkirinê jî çalakiyên protestoyî yên li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in. Li gelek bajarên cuda yên Îranê welatiyan li noqteyên cuda û li malên xwe pankart hilayîstin û bertekên xwe nîşan dan. Duh li bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê gelek çalakvan çûn Çiyayê Awyarê û bertek nîşanî cezayên darvekirinê dan.
Li bajarên Ciwanro, Diwandere û Sineyê jî gelek çalakvan hatin binçavkirin. Ji ber ku berxwedana gel a li Ciwanroyê bênavber didome, rejîmê gelek leşker ber bi bajêr ve sewq kir.