ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN

Parve bike:
* Parlementera HDP'ê Nuran Îmîr, diyar kir ku li dijî êrişan jinên kurd dê hêza xwe bikin yek û yekitiya xwe ava bikin û got: "Ji xelekek pora jinên kurd raperîn çêdibe. Ev jî hêza jinên kurd diyar dike. Heger ku xelekek pora jinên kurd bibe sedemê raperînekê, wê demê jinên kurd dikarin gelek tiştan bikin."
 
* Malbatên rojnamegerên girtî ku têkildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin axivîn, anîn ziman ku rojnameger bi piştgirî û têkoşîneke hevpar dikarin pêşi li êrişên li ser rojnamegeriyê bigrin û xwestin ku rojnamegerên girtî bên berdan. 
 
* Mamoste û zimanzan Abdurrahman Bakir bal kişand ser polîtîkayên dewletê ya tunehesibandina zimanê kurdî û girîngiya mafê perwerdehiya fermî ya zimanê kurdî û got: “Divê ji bo perwerdehiya ziman civak bê rêxistinkirin. Di vî warî de hewcehî bi têkoşîneke bêhempa heye.” 
 
* Penêrê bisîrik ê Wanê di salekê de ji sedî sed biha bû. Kîloya penêrê bisîrik ji 100-120 lîreyî bû 180-200 lîre. 
 
* Derket holê ku îmam Kadrî Ozkaya ku li navçeya Rezanê dest dirêjî zarokekê kiribû û ji ber vê hatibû girtin û 21 sal ceza lê hatibû birîn, ji aliyê miftîtiyê ve tayinî mizgefteke Sêrtê hat kirin. 
 
* Malbata Emîn Sarik ku piştî di şer de jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî û hevalên wî li Newala Qesaba hatine veşartin, got ku bêwijdanî ye ku mirov rabe li ser hestiyên mirovan avahiyan çêbike. 
 
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 673'yemîn de berdewam bike. 
 
* Danişîna doza derbarê malbatên girtiyên Nobeda Edaletê girtin de hatiye vekirin dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (09.00)
 
* Serdozgeriyê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, di çarçoveya daxwaza doza girtina HDP'ê de dê daxuyaniya devkî bide heyeta Dadgeha Destûra Bingehîn. (10.00) 
 
* Çalakiya nobeda parlamenterên HDP'ê ya li dijî tecrîda Îmraliyê dê di roja 14'emîn de berdewam bike. (11.00) 
 
* MKGP dê rapora binpêkirina mafên rojnamevanên jin a salekê li avahiya DFG'ê eşkere bike. (11.00)
 
* Danişîna doza rojnamevan Sena Dolar û Enes Sezgîn jî di nav de 40 kesên tên darizandin dê li Dadgeha Buyukçekmeceya Stenbolê bê lidarxistin. (11.30) 
 
* Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi wesîleya 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin wê li ber Edliyeya Amedê daxuyanî bide.  (12.30) ZINDÎ
 
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê li Meclisê di komcivîna partiya xwe de biaxive. (12.45) 
 
* Danişîna doza rêveberên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê bên girtin dê li Dadgeha Enqereyê bê lidarxistin. (13.30)
 
* Pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo mitînga dê di 15'ê Çile de li dar bixe li Mecîdiyekoyê belavokan belav bike. (17.30)