Diz ketin Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê

Parve bike:
BEDLÎS- Hin kesên nenas ku ketin avahiya Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê, deriyê cemiyetê jî tê de hemû amûrên li hundir dizîn. 
 
Diz ketin avahiya Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê. Dizên ku ketin avahiya cemiyetê derî, arşîv, mobîlya, amûrên elektronîk, ewraqên komeleyê û dermirbaş jî tê de amûrên di hundirê cemiyetê de hemûyan dizîn. Piştî ku rêveberên cemiyetê haya polîsan pê xistin, polîs hatin cihê bûyerê û piştî vekolîna ewil haya "Vekolîna Cihê Bûyerê" pê hat xistin. Ekîbên hatin cihê bûyerê tehqîqat dan destpêkirin.
 
Piştî vekolandina li cihê bûyerê Serokê Cemiyeta Rojnamevanan a Bedlîsê Sînan Akgul çû Amîrtiya Polîsan a Şehîd Mûstafa Yeter û gilî kir.
 
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.