Li Kanîreşê berfê erdê spî kir

Parve bike:
ÇEWLIG - Li navçeya Kanîreşê berfê erdê spî kir.
 
Îro danê êvarî li navçeya Kanîreşê ya Çewligê berfê dayê. Berfa barî, qederê 5 santîman erdê girt. Li gorî agahiyên Midûriyeta Metorolojiyê ya Herêma 13'an dê berf heya serê sibehê bibare.