Pitika ku di bin TIR’ê de ma jiyana xwe ji dest da

Parve bike:
MÊRDÎN – Pitika ku dema xizmê wê M.B. hewl dida TIR’a xwe park bike û di bin wesayîtê de ma, jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Taxa Dikûk a Mêrdînê pitika 15 mehî ya bi navê Hîcran Bozkurt dema xizmê wê M.B. hewl dida TIR’a xwe park bike, di bin de ma û jiyana xwe ji dest da. Li ser agahdarkirinê, komên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê pitik Hîcranê ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. 
 
M.B. jî ji hêla cendirmeyan ve hate binçavkirin.