Qeymeqamtiyê têkildarî tundiya polîsan a li Nisêbînê daxuyanî da

Parve bike:
MÊRDÎN – Piştî ku dîmenên kêliya polîsan tundî li 2 zarokan dikir derketin holê, Qeymeqamtiya Nisêbînê têkildarî bûyerê daxuyanî da. 
 
Zarokên bi navên B.K. (16) û Huseyîn Gokalp (18) di şeva 31’ê kanûna 2022’yan de li Nisêbîn a Mêrdînê dema ji şeva heneyê vedigeriyan, bi sedema ku cil û bergên kurdî li xwe kirine ji hêla polîsên tîmên taybet ve hatin derbkirin. Ciwan, saet derdora 23.30’an de li Kolana Can a li Taxa Dîcleyê ji hêla polîsên tîmên taybet ve hatin derbkirin. Piştî ku dîmen derketin holê û ji hêla ajansa me ve hatin parvekirin, Qeymeqamtiya Nisêbînê têkildarî bûyerê daxuyanî da. Qeymeqamtiyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Têkildarî mijarê lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.” 
 
Nûçeya me ya têkildarî tundiya polîsan a li dijî zarokan