Cenazeyê Kûrt piştî 7 salan li Amedê hat veşartin

Parve bike:
AMED – Cenazeyê endamê YPS’ê Aydin Kûrt piştî 7 salan radestî malbatê hat kirin. Malbata Kûrt ku cenazeyê xwe ji "goristana bêkesan" a li Erziromê wergirt, ew li Amedê veşart.
 
Endamê Yekiniyên Parastina Sîvîlan (YPS) Aydin Kûrt ku di dema qedexeyên derketina derve de yên di 2015-2016’an de li Gevera Colemêrgê hatibûn îlankirin, jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hat veşartin.
 
Malbatê piştî ku cenazeyê Kûrt ji "Goristana Bêkesan" a li Erziromê wergirt, piştî 7 salan ew li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê veşart. Endamên MEBYA-DER'ê jî li ber goristanê Amedê bûn. 
 
Piştî ku malbatê cenazeyê Kûrt anî Goristana Yenîkoyê polîsan derdora goristanê dorpêç kir û ji bilî malbata nehiştin kes tevlî merasîma cenaze bibe. 
 
Malbata Kûrt piştî 7 salan cenazeyê kurê xwe di bin dorpêça polîsan de veşart.