Li Mêrdînê wesayîta xebatkaran qelibî: 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn

Parve bike:

MÊRDÎN - Li Mêrdînê serwîsa xebatkarên walîtiyê û zanîngehê wergeriya. Di encamê de 6 kes mirin, 5 kes jî birîndar bûn. 

 
Li ser rêya di navbera navçeyên Midyad û Mehsertê yên Mêrdînê de wesayîta serwîsa xebatkarên walîtiyê û zanîngehê ku ji kontrole derket, wergeriya. Li gorî zanyariyên ewil 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn. Ambulans sewqî cihê bûyerê hatin kirin û mirî û birîndaran rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê. 
 
Navên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dane wiha ne: Fatma Kaya, Buşra Keleş, Kamûran Onen, Abdullah Macît, Yûsûf Tunç û Rûken Adam. 
 
Hat îdiakirin ku divê di wesayîta ku wergeriya de 5 kes bihatana siwarkirin, lê 11 kes lê hatine siwarkirin.