Demîrtaş ji bo sala nû peyamek parve kir: Bila bibe sala azadiyê

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş li ser hesaba xwe ya twîtterê ji bo sala nû ev peyam parve kir: “Bila bibe sala azadiyê, sala we ya nû pîroz be.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin li ser hesaba xwe ya twîtterê ji bo sala nû peyamek par ve kir.

Demîrtaş ê xwest sala 2023’yan bibe sala azadiyê, di peyama xwe ya bi tirkî û bi zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilkî parve kir de wiha got: “Bila bibe sala azadiyê, sala we ya nû pîroz be.”