Li Reqayê qedexeya derketina ji derve hat ragihandin
- Rojane
- |
- 26 Kanûn 2022 19:07
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Karên Hundir a Meclîsa Sivîl a Reqayê piştî êrîşa DAÎŞ’iyan, li bajêr qedexeya derketina ji derve ragihand.
Piştî êrîşa DAÎŞ’iyan a li ser Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirên ya li Taxa Diriyê ya li bakurê rojhilatê Reqayê, Komîteya Karên Hundir a Meclîsa Sivîl a Reqayê li seranserê bajêr qedexeya derketina ji derve ragihand.
Kar û xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a ji bo lêgerîna li DAÎŞ’iyan didome.