Li Amedê wesayita leşkeran qeza kir: 6 leşker birîndar bûn

Parve bike:
AMED - Li ser rêya Amedê û Farqînê wesayita leşkerî ya zirxî qeza kir û di encamê de 6 leşker birîndar bûn.
 
Îro dane nîvro li ser Pira Çemê Dîcleyê ya li ser rêya Amedê û Farqînê wesayîta leşkerî qeza kir. Di encama qezayê de 6 leşker birîndar bûn.  Gelek ambulans çûn cihê bûyerê û leşkerên birîndar rakirin xweşxanayan. Ji ber qezayê demek kin rê li trafîkê hat girtin.