Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Reqayê di êrişa DAIŞ'ê de de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 şervanên HSD'ê jiyana xwe ji dest dan. 
 
DAIŞ'ê li taxa Dîrî ya Reqayê êrişî benda kontrolê kir. Hevserokê Komîteya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Alî Heco diyar kir 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 3 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di êrişê de jiyana xwe ji dest dane. Alî Heco diyar kir piştî êrişê wan li taxê dest bi operasyoneke mezin kirine.
 
Hêzên Ewlekariya Hundirîn û HSD’ê hê derbarê êrişê de tu daxuyanî nedane.