Di êrişa dewleta tirk a li Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da
- Rojane
- |
- 25 Kanûn 2022 22:14
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk a bi roketan a li dijî navçeya Şera ya Efrînê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û du zarok jî birîndar bûn.
Di êrişa dewleta tirk a li dijî bajarê Efrîn ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de zarokekê jiyana xwe ji dest da. Di êrişa dewleta tirk a bi roketan a li dijî gundê Tinibê yê navçeya Şera ya Efrînê de Eseed Mihamîd ê 16 salî jiyana xwe ji dest da û Xalid Şêx Taha (16) û Ehmed Mihemed (18) jî birîndar bûn.
Ji ber topbaranê ziyanên madî jî çêbûn.