Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Dîmenên nû yên êrîşa li Kurdan a li Parîsê derketin holê.
 
Êrîşkar beriya nîvro êrîşê Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya kir û bi pişt re êrîşê restoranteke kurdan û dikaneke porkurkirinê ya li heman kuçeyê kir.
 
Di dîmenên kamerayê de ya li avahiya porkurkirinê xuya dike ku êrîşkar bi çeka di destê xwe de dikeve hundir û guleyan berdide mişteriyên xwe disipêrin paşiya salonê. Hingê yek direve û yên di hundir de êrîşkar bê bandor dikin û dest didin ser çeka wî.
 
Di dîmenan de xuya dike ku kesek jî ji zikê xwe birîndar bûye. 
 
Polîsan, daxuyandibû ku wan êrîşkar girtiye û rayedaran jî polîs pîroz kiribûn ku “bi lez û bez“ erîşkar girtine. 
 
Lê ji dîmenan xuya ye ku êrîşkar ji aliyê dikandar ve tê bêbandorkirin û polîs pir dereng tên cihê bûyerê.