Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da

Parve bike:
RIHA - Baroya Rihayê ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re bê kirin serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da. 
 
Baroya Rihayê ji bo hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin re pêk were serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TBB) da. Daxwaznameya ji bo hevdîtinê bi îmzeya Serokê Baroyê Abdullah Oncel ji Wezaretê û TBB’ê re hat şandin. Baroya Rihayê dibêje ku 39 endamên wan serî li wan dane ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezaretê û TBB’ê bide. 
 
Baroyê xwest Wezaret bersiva daxwaznameya wan bide û astengiyên li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re bên rakirin da ku parêzerên wî dikaribin biçin hevdîtinê.