Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!

Parve bike:
ÊLIH - Polîsan bi ser avahiya DPB’a Êlihê de jî girt û di serdegirtinê de ajandayên vala û du computeran desteser kirin. 
 
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna li dijî DBP’ê de bi ser avahiya Rêxistina DBP’ê ya Êlihê de jî girtin. Polîsan deriyê avahiyê şikand û bêdestûr ketin hundir û kelûpelên li hundir hatin serûbinkirin û gelek amûran şikandin. Polîsan di serdegirtinê de du computerên laptop û ajandayên ji bo diyariya xelkê hatibûn amadekirin hatin destser irin. 
 
HEVSEROKÊN BAJÊR HATIN BINÇAVKIRIN
 
Hevserokên DBP’a Êlihê Rûken Onat û Bûrhan Eglentî di serdegirtinên malên xwe de hatin binçavkirin û hat zanîn ku hevserokan anîne Midûriyeta Polîsan a Amedê.