Li Pêrtagê welatiyek hat binçavkirin

Parve bike:
DÊRSIM -  Li navçeya Pêrtagê polîsan di saetê serê sibê de bi ser malekê de girtin û welatiyê bi navê Gokhan Karakûş binçavkirin. 
 
Polîsan di saetên serê sibê de li Taxa Îstîklal a navçeya Pêrtag a Dêrsimê bi ser malekê de girtin. Hat zanîn ku polîsan di lêgerînê de mal pir tev li hev kiriye û welatiyê bi navê Gokhan Karakûş binçav kirine.
 
Hat zanîn ku Karakûş bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal hatiye binçavkirin û Miduriyeta Polîsan a Dêrsimê.