Ciwanê bi nexweşiya epîlepsî ketiye bi hêceta ku kêliya ‘sirûd’ê ranebûye hat binçavkirin

Parve bike:

AMED - Di maça duh a Amedspor û Menemensporê de 9 ciwan ji ber di kêliya xwendina Sirûda Îstîklalê de ranebûne pêya hatin binçavkirin. Yek ji ciwanên binçavkirî ku bi nexweşiya epîlepsî ketiye jî heye. 

 
Maça Amedsporê û Menemensporê duh li Stada Amedê hat lîstin. Bi hêceta ku di maçê de kêliya Sirûda Îstîklalê hatiye xwendin 9 ciwan ranebûne pêya, hatin binçavkirin. Hat zanîn ku yek ji ciwanên binçavkirî Zana Efe ku bi nexweşiya epîlepsî ketiye jî heye. 
 
Hat zanîn ku 9 kesên binçavkirî li midûriyeta polîsan a navçeyê û şaxa zarokan tên ragirtin. 
 
Di maçê de Amedspor, Menemensporê bi 2-1 golan têk biribû.