Polîsekî di meşa Nobeta Edaletê de Ferhat Encu hedef girt
- Rojane
- |
- 18 Kanûn 2022 16:24
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan êrişî meşa Nobeta Edaletê kir û di dema êrişê de polîsekî şeqek li Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu xist.
Malbatên girtiyan ên Stenbolê bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin, çalakiya Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Malbatan xwestin çalakiya xwe îro bi meşeke girseyî bi dawî bikin. Di vê çarçoveyê de xwestin li Kadikoyê bimeşin. Polîsan êrişî çalakvanan kir. Di dema êrişê de polîsekî Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Ferhat Encu hedef girt û şeqek lê da. Dema êrişê ji hêla Arti TV’yê ve hate kişandin.