Li Kerkûkê teqîn: 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama teqîna li bajarokê Riyazî yê Kerkûkê de 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Li gundê Sefreî yê girêdayî bajarokê Riyazî yê Kerkûkê dema wesayîta polîsan derbas dibû mayînek hat teqandin. Di encama teqînê de 8 polîsan jiyana xwe ji dest dan û 2 polîs jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku li herêma teqînê di navbera polîs û DAIŞ’iyan de pevçûn derket û DAIŞ’iyek hatiye kuştin.