Li Kadîrliyê polîsan gule berdan wesayîtekê: Kesek mir 3 kes birîndar bûn
- Rojane
- |
- 17 Kanûn 2022 09:41
- |
OSMANIYE - Li navçeya Kadîrliyê, polîsan bi îdiaya ku li noxteya kontrolê ya polîsan nesikiniye gule berdan wesayîtekê, di encama vê yekê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Hate diyarkirin ku wesayîta bi pîleqeya 31 KNG 11 ku 4 kes tê de bûn li noxteya kontrolê ya polîsan a li Taxa Mûstafa Yagiz a navçeya Kadîrlî ya Osmaniyeyê nesekiniye. Li ser vê yekê polîsên ku ketin pey wesayîtê gule berdanê û di encamê de kesekê jiyana xwe ji dest da 3 kes jî birîndar bûn.
3 kesên birîndar bûn, li nexweşxaneya ku rakirinê tên dermankirin. Hate îdiakirin ku di nava wesayîtê de tiryak hatiye dîtin.