Li Amedê dema wesayîta polîsan derbas dibû teqînek pêk hat

Parve bike:

AMED - Li ser rêbeja Amed-Mêrdînê di dema derbasbûna wesayîta polîsan de teqînek pêk hat. 

Li ser rêbeja navbera Amed û Mêrdînê li derdora Bazara Sewalan, dema wesayîta polîsên çevîkê derbas dibû teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 9 polîs birîndar bûn. Ambulans û komên polîsan ber bi cihê teqînê ve hatin sewqkirin. 
 
9 polîsên di teqînê de birîndar bûyîn rakirin nexweşxaneyê. 
 
Hat zanîn ku têkildarî teqînê 2 kes hatine binçavkirin. 
 
DAXUYANIYA WALÎTIYÊ 
 
Walîtiya Amedê têkildarî teqînê daxuyaniyek da û da zanîn ku saet di 05.10’an de dema mînîbûsa hêzên çevîkê derbas dibû, wesayîteke li rexê rê hatiye bicihkirin hatiye teqandin û di encamê de 9 kes birîndar bûne.