Bîlançoya 8 mehan hate eşkerekirin
- Rojane
- |
- 15 Kanûn 2022 12:32
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şer û pevçûnên 8 mehan ên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê eşkere kir.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê 8 meh li pey xwe hişt. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), HPG’ê bîlançoya şer û pevçûnên 8 mehan eşkere kir. Di bîlançoyê de HPG’ê diyar kir ku di şer de 2 hezar û 744 leşker û cerdevan hatine kuştin û 11 helîkopter jî hatine xistin.
Her wiha HPG’ê destnîşan kir ku dewleta tirk di pêvajoya 8 mehan de 3 hezar û 152 caran çekên qedexekirî bi kar anîne. Her wiha HPG’ê got ku di encama şer û pevçûnan de 199 endamên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dane.