Hat xwestin ku girtiya nexweş Ozge Ozbek bê berdan

Parve bike:
STENBOL - ÎHD’a Stenbolê di çalakiya Rûniştina F de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek û xwest bê berdan. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 559’emîn de çalakiya Rûniştina F li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û çalakî li ber avahiya ÎHD’ê hat lidarxistin û vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan û hat xwestin bê berdan.  Endama ÎHD’ê Zehra Demîr daxuyanî da. 
 
TECRÎD DIDOME 
 
Demîr diyar kir ku li girtîgehan astengkirina mafê tenduristiyê û tedawiyê û şertên tecrîdkirina giran berdewam dike û tecrîd mafê mirovan binpê dike. 
 
TEDAWIYA WÊ TÊ ASTENGKIRIN 
 
Demîr bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Ozge Ozbek a li Girtîgeha Gebzeyê tê ragirtin û destnîşan kir ku Ozbek bi nexweşiya ûrê li ser mêjiyê wê û epîlepsî re rûbirû maye. Demîr destnîşan kir ku mafê tedawiya Ozbek tê astengkirin û li gel nexweşiya wê giran e jî nayê berdan. Demîr anî ziman ku Ozbek li gel rapora nexweşxaneyê ku nikare di girtîgehê de bimîne jî lê Saziya Tiba Edlî cezayê Ozbek taloq nake û berdana wê asteng dike. 
 
REWŞA WÊ GIRAN DIBE: BANGA BERDANÊ 
 
Demîr bi bîr xist ku hevjînê Ozbek li gel serî li ÎHD’ê daye û di serlêdanê de destnîşan kiriye ku jiyana hevjîna wî di bin xetereyê de jî nayê berdan. Demîr diyar kir ku ji bo mafê tenduristiyê û mafê jiyana wê bê parastin û bê tedawîkirin demildest bê berdan.