Li Çemçoyê çekên kîmyewî tên bikaranîn
- Rojane
- |
- 9 Kanûn 2022 15:48
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dewleta tirk li herêma Çemçoyê 20 caran çekên kîmyewî bi kar anîn.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), dewleta tirk li qada Çemçoyê zêdetirî 20 caran çekên kîmyewî bi kar anî.
Rojek berê jî dewleta tirk li heman qadê 12 caran çekên kîmyewî bi kar anîbûn.