Ji Walîtiyê daxuyaniya MHP’ê: Tu eleqeya wî nîne

Parve bike:
COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê îdia kir ku tu eleqeya Serokê MHP’a Bajêr Fatîh Ozbek bi bûyera ku duh li bajêr qewimî û kesek birîndarbûyî re nîne. 
 
Hate îdiakirin ku duh li navenda Colemêrgê kesê bi navê N.E. ji aliyê Serokê MHP’ê Fatîh Ozbek û parazvanê wî Îsmaîl Arslan ve bi çekê hatiye birîndarkirin. Walîtiya Colemêrgê piştî bûyera ku bû sedemê bajarê tevlihev bibe daxuyanî da û îdia kir ku tu eleqeya serokê MHP’î bi bûyerê nîne. 
 
‘ŞERÊ DAN Û STANDINÊ’
 
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bûyer ji ber dan û standinê qewimiye, kesê gumanbarê bûyerê hatiye binçavkirin û tu eleqeya serokê MHP’î Fatîh Ozbek bi bûyerê re nîne.