Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
- Rojane
- |
- 5 Kanûn 2022 14:53
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî ya ji bo 3 rojan dest pê kir.
Li ser bangawaziyên kesayetên siyasî û aktîvîstan, li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê greva giştî dest pê kir. Di vê çarçoveyê de li Kirmaşan, Sine, Ciwanro, Paveh, Mahabad, Bane, Diwander, Îlam, Bokan, Dewelan, Urmiye, Meriwan û gelek bajarên din ên rojhilatê Kurdistanê derabeyên dikanan nehatin vekirin.
Her wiha li bajarên weke Arak, Şîraz, Tehran, Kazrun, Kerman û Sîstanê û li bajarên Belucistanê welatî û esnaf tev li greva giştî bûn. s