Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
- Rojane
- |
- 5 Kanûn 2022 10:03
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navenda Qamişloyê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin, kesek birîndar bû.
Li ber avahiya Komîteya Perwerdekarî û Hîndekariyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Cizîrê ya li Taxa Quwetlî ya Qamişloyê wesayîteke bombebarkirî hate teqandin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di teqînê de Samî Ehmed Silêman birîndar bû. Welatiyê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Di encama teqînê de ziyaneke mezin li derdorê çêbû.
Tê payîn ku wê Komîteya Perwerde û Hîndekariyê têkildarî teqînê daxuyaniyekê bide.