Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
- Jin
- |
- 4 Kanûn 2022 14:58
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas ku piştgirî didan çalakiyên protestoyî yên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, hatin girtin.
Çalakiyên protestoyî yên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî di 16’ê îlonê de li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin, di hefteya 12’an de didomin. Xwişkên cêwî Şîma Ibn Abbas û Jaleh Ibn Abbas ên 23 salî, bi sedema ku piştgirî dane çalakiyan di 3’yê kanûnê de hatin girtin. Her du xwişk li Şînoyê hatin girtin û birin navenda binçavkirinan a li Ûrmiyeyê.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbasî bi îdiayên “tevlibûna mitîngên protestoyî” û “weşandina materyalên ku piştgiriyê didin raperîna gel” hatine girtin. s