Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara ‘qedexeyê’ doz vekir
- Rojane
- |
- 2 Kanûn 2022 15:16
- |
SÊRT – Baroya Sêrtê ji bo betalkirina biryara qedexekirina çalakî û xwepêşandanan a walîtiyê, doz vekir.
Walîtiya Sêrtê di 30’ê mijdarê de ragihand ku li seranserî bajar heta 15 rojan hemû çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin. Baroya Sêrtê jî ji bo betalkirina vê biryarê, li Dadgeha Kargerî ya Sêrtê doz vekir. Baroyê têkildarî mijarê daxuyanî da û ragihand ku ji bo betalkirina biryara qedexeyan, doz vekirine.