Tirkiyeyê li Eyn Îsayê mizgeftek bombeberan kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk di êrişa li ser Eyn Îsayê de mizgefta gundê Tirwaziyê bombebaran kir. 
 
Tirkiyeyê di êrişên xwe yên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mizgeftek jî bombebaran kir. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Tirkiyeyê di êrişên xwe yên li ser Eyn Îsayê de mizgefta gundê Tirwaziyê bombebaran kiriye. 
 
Hat ragihandin ku ji ber bombeberanê mizgeft texrîb bûye.