Li Mêrsînê 2 kes hatin binçavkirin

Parve bike:
 
MÊRSÎN - Li Mêrsînê di encama serdegirtina malekê de 2 kes hatin binçavkirin. 
 
Li Taxa Çay a navçeya Akdenîz a Mêrsînê polîsan bi şev bi ser malekê de girtin. Polîsan piştî lêgerîna malê kesên bi navê N.E. û O.A. binçavkirin. 
 
Hate diyarkirin ku N.E. û O.A. yên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên sûcdarkirin, li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin.