Ciwan li dijî êrişan meş li dar xistin
- Ciwan
- |
- 29 Mijdar 2022 13:31
- |
STENBOL – Komek ciwanan li navçeya Bagcilarê bi meşekê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin.
Li Bagcilarê komeke ciwanan êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi meşekê şermezar kirin. Ciwanên ku di cadeyên Bagcilarê de bi meşaleyan meş li dar xistin, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bîjî berxwedana Rojava” berz kirin. Ciwanan di meşê de fîşekên hewayî jî teqandin.