Ji Girtîgeha Panosê 7 girtî hatin sirgûnkirin

Parve bike:
AGIRÎ- 7 girtiyên di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de, îro danê sibehê sirgûnî girtîgehine din hatin kirin. 
 
7 girtiyên di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de sirgûnî girtîgehine din hatin kirin. Li gorî agahiyên ji malbatên girtiyan hatin girtin, danê sibehê gardiyanan girtî Alî Ejder Eryakût û 6 girtiyên din ji qawîşên wan derxistine û ew sirgûnî girtîgehine din kirin.
 
Nehat hînkirin ku bê 7 girtî sirgûnî kîjan girtîgehan kirine.