Hewsel bi rengên payîzê xemilî
- Ekolojî
- |
- 28 Mijdar 2022 11:53
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Baxçeyên Hewselê yên Amedê ku 8 hezar sal in çandinî lê tê kirin, bi rengên payîzê xemilî.
Baxçeyên Hewselê yên li Amedê ku di nav Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO'yê de cih digire û 8 hezar sal in bênavber çandinî lê tê kirin, ber bi dawiya mehên payîzê ve, bi rengên payîzê xemilî. Baxçeyên Hewselê ku di nava wê de Çemê Dîcleyê derbas dibe û bi sedan cureyên çûkan lê dijîn, bi rengên kesk û sor û zer xemilî. Kesên serdana Baxçeyên Hewselê dikin bi dîmenekî ku mirovan diheyirîne re rûbirû man û wêne kişandin.