Dewleta tirk gundên Şêrawa bombebaran kirin
- Rojane
- |
- 27 Mijdar 2022 21:32
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gundên girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê bombebaran kirin.
Dewleta tirk gundên Zirneîtê, Meyasê û Soxanek ên navçeya Şêrawa ya girêdayî Kantona Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kirin. Her wiha hate diyarkirin ku li asîmanên Şehba û Efrînê liv û tevgera balafirên şer heye.