Dewleta tirk gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê topbaran dike
- Rojane
- |
- 27 Mijdar 2022 11:55
- |
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta tirk Balafirgeha Minixê û gundê Eyn Deqnê yê li herêma Şehbayê topbaran dike.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê di van kêliyan de Balafirgeha Minixê ya li Kantona Şehbayê û gundê Eyn Deqneyê topbaran dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta tirk şevê din saet di 01.00’an de balafirgeh bombebaran kiribû.