Êrişên dewleta tirk di tevahiya şevê de domiyan
- Rojane
- |
- 27 Mijdar 2022 08:30
- |
NAVENDA NÛÇEYAN – Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di temamiya şevê de berdewam kirin.
Êrişên dewleta tirk ên li dijî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di vê çarçoveyê de dewleta tirk di saetên dereng ên şevê de êrişî gundên Şêx Elî, Dirdara û Til Tewil ên Til Temirê, gundên Zîwan, Şealê û Til Enap ên herêma Şehbayê û gundên Tat Meraş, Tinib, Merenaz, Alqamiyê, Malikiyê û Şewarqa yên navçeya Şera ya Efrînê kir.
Di heman demê de artêşa tirk êrişî gundê Cirnik ê Amûdê û gundên Xan, Evdikoy û Qertel ên li rojavayê çoltarê Girê Spî kir.