Ji 20 karkerên birîndar 2 karker mirin
- Aborî-Ked
- |
- 26 Mijdar 2022 16:07
- |
ÊLIH - Ji 20 karkerên ku di encama hilweşîna îskeleya Mizgefta Esentepe ya ku li Êlihê tê çêkirin de birîndar bûbûn 2 karker jiyana xwe ji dest dan.
Ji 20 karkerên ku di encama hilweşîna îskeleya înşaetê ya Mizgefta Esentepe ku li taxa Gultepeya Êlihê tê çêkirin de birîndar bûbûn, 2 karker jiyana xwe ji dest dan. 20 karkerên ku di bin îskeleya hilweşiyayî de asê mabûn ku hêj sedema wê nehat zanîn rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
Veysî Kaydul û Yusuf Çelîk (44) ên ku rewşa wan giran bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku Kaydul û Çelîk ji Çewligê ne û cenazeyê wan piştî otopsiyê dê radestî malbatên wan bên kirin.