Di şer de leşkerek û cerdevanek mirin

Parve bike:
 
ŞIRNEK - Hat diyarkirin ku di şerê li Çiyayê Cudî derketî de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. Herwiha hate îdiakirin ku cerdevanek jî di encama lêxistina birûskê de mirî ye.  
 
Bi tev li bûna hezaran leşker û cerdevanan operasyona bi navê “Eren-Ablûka Payîz-Zivistan 14” li Çiyayê Cudî yê Şirnexê hate destpêkirin. Hat destnîşankirin ku di operasyonê de pevçûn derketiye û leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. 
 
Her wiha Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di daxuyaniya xwe ya îro de îdia kir ku di encama lêxistina birûskê de jî cerdevanek mirî ye.