Li Amedê ji 47 kesên hatibûn binçavkirin 31 kesên din jî hatin berdan
- Rojane
- |
- 25 Mijdar 2022 20:07
- |
AMED- Ji kesên ku di dema daxuyaniya têkildarî êrişên hewayî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibûn binçavkirin, 31 kes hatin berdan.
Di dema daxuyaniya der barê êrişên hewayî yên li ser Bakur û Roojhilatê Sûriyeyê de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyyat Ceylan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de 47 kes hatibûn binçavkirin.
Duh 9 kes, îro jî Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan jî di nav de 31 kes hatin berdan. 7 kes jî hê di binçavan de ne.