Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin
- Jin
- |
- 25 Mijdar 2022 10:44
- |
STENBOL – Walîtiya Stenbolê piştî teqînê, çalakiyên weke vekirina stantan, pêşandan, muzîka kolanan û hwd. ên li Cadeya Îstîklalê qedexe kirin.
Di 13’ê mijdarê de li Cadeya Îstîklalê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê teqînek pêk hat û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Walîtiya Stenbolê duh “Fermaneke giştî” weşand û ragihand ku bi sedema ewlehiyê hemû çalakiyên weke stant, pêşandan, muzîka kolanê û hwd. ên li Cadeya Îstîklalê qedexe kirine.