HSD’ê bîlançoya êrişên 24 saetan eşkere kir

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk di nava 24 saetan de 6 caran bi balafirên şer û 590 caran jî bi topan êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye. 
 
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrişên dewleta tirk ên di şeva 19’ê mijdarê de daxuyaniyek weşand û bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir. HSD’ê diyar kir ku êrişên hewayî ev 3 roj in didomin û wiha got: “Di heman demê de bi topan û rokêtavêjan êrişî herêmê dikin. Di van êrişan de febrîqeyan, avahiyên stratejîk, nexweşxane, bîrên petrolê û milkê welatiyan hedef digirin.” 
 
Li gorî daxuyaniya HSD’ê bîlanço wiha ye: 
 
“Hejmara êrişên bi balafirên şer: 6
 
Hejmara êrişên bi balafirên bê mirov: 6
 
Hejmara êrişên bi çekên giran, tank û moşekan: 82
 
Hejmara topên li herêmê ketine: 590
 
Hejmara cih û deverên hatine hedefgirtin : 45. Di nav de nexweşxane, îstasyonên sotemeniyê û bîrên petrolê jî hene.
 
Hejmara bikaranîna çekên kîmyewî li dijî herêmê : 1. Dewleta tirk gundê Tatmeraş ê li başûrê Efrînê topbaran kir.
 
HERÊMA ŞEHBAYÊ 
 
Hejmara topbarana bi tank û topavêjan: 43. Tê de zêdetirî 36 gund û cih hatin hedefgirtin.
 
Hejmara topên li herêmê ketine: 570. 
 
Herêmên ku bi çekên giran û moşekan hatine hedefgirtin wiha ne; Şêx Îsa, Zîwan, Herbil, rêya Ehrezê, Til Medîq, Minix, Bêlûniyê, Bendava Şehbayê, Til Çîçan, Til Enab, Wehşiyê, Kefer Naya, Semuqa û balafirgeha Minbixê.
 
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane: 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
 
Hejmara birîndaran: 2 endamên hêzên hikûmeta Şamê.
 
KOBANÊ Û GUNDEWARÊN WÊ 
 
Hejmara êrişên bi balafirên şer: 1. Li dijî navenda Kobanê.
 
Hejmara hedefgirtina bejahî: 9.
 
Herêmên hatine topbarankirin: Sêlim, Kul Tepe, Siftik, Qeremox, Navenda Tenduristiyê ya Qeremoxê, Zormixar, Cargelî û Dibistana Goran.
 
BAŞÛRÊ EFRÎNÊ 
 
Hejmara topbaranê: 16.
 
Hejmara topan: 20.
 
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane: Endamekî hêzên hikûmeta Şamê jiyana xwe ji dest da.
 
Gundên hatine topbarankirin: Bênê-Ibîn, Miyase, herêma di navbera gundên Birc Qasê û Miyase, derdora baregeha Îranê li gundê Bênê, Îrşadiyê, Elqemiyê, Malikiyê, Şewarxe, Merenaz, stasyona sotemeniyê ya Elqemiyê.
 
MINBIC Û GUNDEWARÊN WÊ
 
Hejmara êrişan: 2.
 
Gundên hatine topbarankirin; Mehsenlî, Hûşeriyê. Balafirên bê mirov li asîmanê rojhilat, rojava û bakurê Minbicê geriyan.
 
HESEKÊ Û GUNDEWARÊN WÊ
 
Hejmara êrişên bi balafirên bê mirov: 3. Yek li dijî baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî û 2 jî li dijî gundê Oceyê hatin kirin.
 
Hejmara topbarana bi topavêj, tank û moşekan: 2.
 
Herêmên hatine hedefgirtin: Baregeha hevbeş a YAT û Koalîsyona Navneteweyî, gundewarên Til Temir, Zirgan û Um El Xêr.
 
Hejmara şehîdan: 2 şervanên YAT’ê.
 
Hejmara birîndaran: 3 şervanên YAT’ê.
 
QAMIŞLO Û GUNDEWARÊN WÊ
 
Hejmara êrişên bi balefirên bê mirov: 2. Yek li dijî zeviya petrolê yê bi navê Ewde, ya din li nêzî gundê Lîlan ê li başûrê rojavayê Tirbespiyê.
 
Hejmara hedefgirtinan: 10
 
Hejmara birîndaran: Endamekî hêzên hikûmeta Şamê bi sekvaniyê li nêzî deriyê sînor ê Nisêbînê bi Qamişlo re, jiyana xwe ji dest da.
 
Herêm û gundên hatine hedefgirtin: Til Zîwan, Gir Dahol, Tokî, Til Kêf, çerxerêya Elî Fero, Rotan û Girkê Şamo.
 
DÊRAZOR
 
Hejmara êrişên bi balafirên şer: 5. Tê de gundê Mekmen ê tenê bi 70 kîlometreyan ji sînor dûr e, hat hedefgirtin.”