Swîsreyê bo Rojava daxuyanî da: Divê rêz ji hiqûqa navneteweyî re bê girtin
- Rojane
- |
- 23 Mijdar 2022 09:41
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Swîsreyê têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da û xwest ku hemû alî rêzê bo hiqûqa navneteweyî bigirin.
Wezareta Karên Derve ya Swîsreyê têkildarî êrişa dewleta tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Herêma Federe ya Kurdistanê û Şengalê daxuyanî da. Wezaretê da zanîn ku divê dewleta tirk rêzê bo hiqûqa navneteweyî bigire û wiha got: “Di encama êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de ziyan gihişte sivîlan. Ji ber tundiya ku di demên dawî de li Bakurê Sûriyeyê, Iraqê û Tirkiyeyê zêde dibe, Swîsre gelek bifikar e. Banga me ji bo hemû aliyan ew e ku rêzê bo hiqûqa navneteweyî bigirin û çi dibe bila bibe rê li ber mirina sivîlan venekin.”