Rojavayê Kobanê careke din hate bombekirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên tirk careke din bi çekên giran rojavayê Kobanê bomberdiman kirin.

 
Êrişên Tirkiyê yên li ser rojava û başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Balafirên şer ên tirk careke din bi çekên giran rojavayê Kobanê bomberdiman kirin. 
 
Li gorî nûçeya Rojnewsê; bajaroka Şiyûx Jêrîn, gundê Mixar Zor û gundê Ehmed Mûnîr hatin bombebarankirin û hate gotin ku Tirkiyê herêmê bi çekên giran û hawanan kiriye hedef.
 
Bombebaranê bi dijwarî dewam kiriye û derbarê encamên êrişê de agahî nehatin bidestxistin. 
 
Her wiha balafirên şer gundên Malikiye, Kefer Atûn ên navçeya Şera û gundê Bêlûniyê yê navçeya Şehba yên Kantona Efrînê bombebaran dikin.
 
Her wiha balafirên şer gundê Til El Leben û Gûzeliyê yên navçeya Til Temirê bombebaran kirin.