Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li 14 navendan bên protestokirin. 

 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li 14 navendan bi awayekî girseyî bên protestokirin. Cihên ku dê çalakiyên protestoyî lê werin lidarxistin ev in: Qamişlo, Girkê Legê, Amûdê, Dêrik, Hesekê, Til Temir, Hol, Dirbêsiyê, Şedadê, Şehba, Minbic, Tebqa, Reqa û Helebê. Komîteyên amadekar ên çalakiyan banga tevlibûna çalakiyan li gel kirin.