Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
- Rojane
- |
- 18 Mijdar 2022 16:22
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyeyê teqînek pêk hat û 3 mal hilweşiyan. Xebatên lêgerînê yên li malên hilweşiyayîn bi dawî bûn. Di encama teqînê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.
Şevê din li Taxa Kaziwa ya bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber gaza xwezayî teqîneke mezin pêk hat û 3 avahî hilweşiyan. Xebatên lêgerînê yên li cihê avahiyên hilweşiyayîn bi dawî bûn.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; hejmara kesên di encama teqînê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 15’an û 13 kes jî birîndar bûn.
Tedawiya birîndaran a li nexweşxaneyê didome û hinek welatiyên ku rewşa wan giran jî li beşa lênihêrîna awarte tên ragirtin.