Cenazeyê ciwanê ku ketibû Çemê Dîcleyê hate dîtin

Parve bike:
ŞIRNEX – Cenazeyê ciwanê bi navê Servet Şîmşek ku hatibû diyarkirin li Cizîrê ketiye Çemê Dîcleyê hate dîtin. 
 
Hate diyarkirin ku ciwanê bi navê Servet Şîmşek li derdora cehdeya Yafes a navçeya Cizîra Şirnexê, ketiye Çemê Dîcleyê. Ji bo Şîmşek ê hate diyarkirin di çem de winda bûye, piştî nîv saetê noqavek tenê hate cihê bûyerê. Di encama xebatên lêgerînê yên noqavî de, cenazeyê Şîmşek nêzî pira kevin a Cizîrê hate dîtin. 
 
Cenazeyê Şîmşek bi ambûlansa ku li cihê bûyerê dihate sekinandin ji bo kirariyên otopsiye rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. 
 
Li ser vê yekê malbat û xizmên Şîmşek, berê xwe dan nexweşxaneyê. Hate hînbûn ku piştî otopsiyê wê cenazeyê Şîmşek li Goristana Asrî ya Cizîrê bê veşartin.