Ciwanê ku li Cizîrê xwe avêtî Çemê Dîcleyê winda bû

Parve bike:
ŞIRNEX – Ciwanekî ku xwe li Cizîrê avêtî Çemê Dîcleyê winda bû. Ji bo dîtina ciwanî, xebatên lêgerîn hatin destpêkirin. 
 
Ciwanekê ku navê wî nehat zanîn, li Taxa Yafes a navçeya Cizîr a Şirnexê avêt Çemê Dîcleyê. Hat ragihandin ku ciwan di nava çem de winda bû û nîv saet piştî bûyerê jî noqav hatin cihê bûyerê. Xebata lêgerînê ya ku noqav bi bota AFAD’ê daye destpêkirin didome. s