Li Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wi hatin bibiranîn
- Rojane
- |
- 15 Mijdar 2022 21:07
- |
DERSIM - Seyîd Riza û hevrêyên wî di 85'emîn salvegera qetilkirina xwe de li Dersimê hatin bibîranîn.
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê Seyîd Riza û hevrêyên wî di 85'emîn salvegera qetilkirina wan de bibîr anî. Biranîn li Qada Seyîd Riza a li Dersimê hat lidarxistin. Di bîranînê de pankarta "Me tiştek jibîr nekirye û me tiştek ji edû nekirye" hat vekirin. Gelek welatî tev lî biranînê bûn.
Di bîranînê de bi çirayan sembola komkujiya ya Dersimê a 1937 hat çêkirin. Piştr re jî hunermend Metîn Kahrsman zêmarên li ser komkujiya Dersimê gotin.